Qasim Suleymanî serdana malbata pêşmergeyê şehîd kir

23-10-2016
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûadw) - Fermandarê artêşa Qudisê ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li bajarê Silêmaniyê serdana malbata fermandarê pêşmerge yê şehîd Hûseyîn Mensûr kir.

 

 

Fermanarê pasdarên Îranê Qasim Suleymanî îro li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê ji bo sersaxiyê serdana malbata pêşmergeyê şehîd Hûseyîn Mensûr kir.


Kurê fermandarê şehîd ê bi navê Elî Hûseyîn Mensûr li ser hesabê xwe yê facebook wêneyekî bi Qasim Suleymanî re tomarkirî parve kir li ser nivisî “Birêz Qasim Suleymanî serdana me kir.”


Li gorî agahiyên Rûdawê bidest xistine Suleymanî ji Elî Hûseyîn Mensûr gotiye: “Ez û bavê te hevalên hev bûn. Me bi hev re li Gulawleyê şer dikir. Dema bavê te şehîd bû ez gellekî xemgîn bûm.”


Fermandarê pêşmerge yê şehîd Hûseyîn Mensûr çend caran bi Fermandarê Hêzên Bedirê yê Şîe û Qasim Suleymanî re civîn pêk anîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst