Kelha Şeytan bala geştyarên biyanî dikişîne

23-09-2021
RÛDAW
Geştyarên biyanî serdana Kelha Şeytîn a Erdexanê dikin
Geştyarên biyanî serdana Kelha Şeytîn a Erdexanê dikin
Nîşan Erdaxan Kelha Şeytan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser zinareke gundê Rabat ê girêdayê navçeya Zûrzanana parêzgeha Erdxanê li Bakurê Kurdistanê, Kelha Şeytîn, bala geştiyaran dikşîne, dîmenên xweşik ên vê kelhê ji bilî geştyarên navxwe, geştiyarên welatîn mîna Bosna û Slovenyayê jî li pey xwe anîne.

Xweza û şûnwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêdetir bala geştiyarên navxwe û biyanî dikêşe û ji ji wan jî Kelha Şeytan a li nav çiya û zînarên navçeya Zûrzanayê ye.

Kelha Şeytan yek ji wan şûnwarên dîrokî ye ku li ser zinareke gundê Rabat yê girêdayî navçeya Zûrzanan ya ser bi parêzgeha Erdexanê hatiye ava kirin. Her çend beşeke zêde ya civakê ji peyva şeytan aciz in jî, lê Kelha Şeytan van rojan bi dîmenên xwe yên xweşik  mazuvaniyê li geştiyaran dike û wan kêfxweş dike. 

Geştyarek dibêje: “Vê deverê bandoreke zêde li min kir. Di her kîlometreyekê de reng tên guhertin, deşt tên guhertin, çiya tên guhertin. Ez xwe gelekî bi şens hîs dikim ku di vê geştê de beşdar bûm.”

Ji xeynî geştyarên xwecihî, ji welatên weke Xirvatistan, Bosna û Slovenyayê jî  grûpên geştyaran serdana  kelê dikin û dîmenên bê hempa tomar dikin. Rêbêrê grûpa geştê Adem Kocaman dibêje geştyarên biyanî li hember dîmênên xwezaya navçeyê matmayî dimînin.

Rêberê Geştê Adem Kocaman jî got: “Hebûna keleke bi vî rengî di nav bihûşteke veşartî de ji bo geştyaran cihê matmayinê ye. Em vê matmayîn û aramiya wan ji wan bi xwe dibihîzin. Dema ew kelê dibînin hûn vê aramiya wan li ser rûyê wan dibînin.”

Yek ji rêberê grûpa geştyarên biyanî jî dibêje ku armanca wan ne tenê geştkirina cihên sereke û naskirî ne, lewre ew dixwazin cihên nû bi geştyaran bidin naskirin.

Rêberê Grûpa Geştyarên biyanî Oskar Savar dibêje: “Em gelek kefxweş in. Xelk jî çendîn car in ku tên vir. Em bi tenê naçin cihên sereke û geştiyarî, em navçeyên din jî nişanî geştiyaran didin. Em diçin gundan û xelkê dibînin ji bo ku xwezaya ciwan nîşanî wan bidin.”

Kelha Şeytan derdora 2 kîlometreyan li Bakurê gundê Rabatê cî digire û li gor zanyariyan di serdema Urartuyan de hatiye avakirin. Li sê aliyên kelhê  zinarên bilind hene û tenê ji aliyekê rê diçe di nav de.  Xwegihandina kelhê û bidestxistina wê di şeran de gelek zehmet e. Tê pêşbînîkirin ku ji ber vê taybetmendiya wê navê Şeyan lê hatibe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst