Galeriya wêneyan

23-08-2019
16 Photos
RÛDAW

Li Dîlokê hişkkirina gelek cure berheman bûye deriyekî aboriyê bo jinan.

Li navçeya Tîlbîşar (Oguzelî) ya Dîloka Bakûrê Kurdistanê, berhemên weke îsot, bacanê reş, kundir û beşeke berhemên din bi piştevaniya şaredariya wê navçeyê ji aliyê jinan ve tên hişkkirin.

Ew berhem her sibehan li jinan tên belavkirin. Jin jî wan li malê hişk dikin û êvarî ew berhem dîsa tên komkirin. Ew berhem li girên bilind ên navçeyê bi bendan ve tên kirin û tên hişkkirin. Ev yek jî dîmenên balkêş derdixîne holê.

Herwiha ew berhem jibilî bazara navxweyî bo derveyî welat jî tên hinardekirin.

 

Wêne: AA