El Partî: PYDê dest bi girtina endam û alîgirên me kiriye

23-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ragihand ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) endamên wan digire û nahêle hêzên kurdî li rojavayê Kurdistanê bi hev re kar bikin.

El Partî di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ragihand ku di demekî de ku xelkê rojavayê Kurdistanê li gorî planeke grûbên çekdar neçarî koçberiyê tên kirin, hêzên PYDê jî dest bi girtina endam û alîgirên El Partiyê kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hêzên PYDê herî dawî li bajarê Efrînê 3 endamên El Partiyê girtine û bi giştî di nav çend rojên borî de 20 endam û alîgirên wan li deverên din ên rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin.

El Partî û PYD hertim li ser rewşa aloz a rojavayê Kurdistanê hev tohmetbar dikin. Beriya niha jî sekreterê partiya Azadî ya kurd li Sûriyê Mistefa Cume ji Rûdawê re gotibû: “PYD jibilî xwe tu hêzek din li rojava qebûl nake.”

Lê çend roj beriya niha hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kir ku li Tehrana paytexta Îranê digel sekreterê El Partiyê Hekîm Beşar hevdîtin pêk aniye û li ser hinek mijaran bi wî re gotûbêj kiriye.

Muslim ragihand ku tu arîşeyek mezin di navbera wan û El Partî de nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst