Partiya Pêşverû nêzîk ENKSê dibe

23-07-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê amade ne ku li gel hev bicivin da ku mijara vegera Pêşverû ji bo nav ENKS gotûbêj bikin.

 

Platforma Kurdî hewil dide ku partiya Pêşverû vegerîna nav refên ENKSê. Ji bo diyalogê li gel her du aliyan çend hevdîtin encam dane û her du alî ji bo civînekê roja 2ê tebaxê li Hewlêrê hatine vexwendin, Serkirdeyekî Partiya Pêşverû dibêje ku ew amade ne li gel ENKSê bicivin û eger ew bi hevre bighên rêkeftinekê wê careke din Partiya Pêşverû cihê xwe dinav ENKSê de bigre.

 

Serkirdeyê Partiya Pêşverû Ehmed Silêman wiha got: “Em li gel vê gavê ne û emê alîkarbin pê re, ji ber ku wan dît rengê her çar aliyan bi hev re bicvînin zehmet bû wan xwest ku em û ENKSê li hev rûnên, me got, em amade ne lê wan xwest ku li Hewlêre be, em jî dibînin ku serkirdeyê me li vir in û herwiha yên ENKSê jî. Weke Partiya Pêşverû eger em bigihên rêkeftinekê emê careke din cihê xwe di nav ENKSê de bigrin.”

 

ENKSê li ser zimanê serkirdeyekî xwe vê gavê bi erênî dinerxîne, bi gotina heman serkirdeyî Partiya Pêşverû cihê wê yê asayî nav ENKSê ye û deriyê ENKSê li pêş vegera wê vegirî ye lewma ew amade ne ku pêşverû danûstandinan li ser wê yekê bikin.

 

Serkirdeyê PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed jî got: “Çi gavên bo yekrêziya Kurdî hene em bi erênî lê dinêrin, lê tê zanîn ku em weke ENKSê berî amadekirina kongreya çaremîn me namek sand bo Partiya Pêşverû ku vegere nava ENKSê ji ber ku ew cihê wê yê asayî ye û yek ji partiyên ku ENKSê damezrandî ye. Em bi erênî li vegera Partiya Pêsverû dinêrin û cihê wê ye ku tê dikare kar û xebatê bike, em ne dijî destpêşxeriya ne, destê me ji her gavên wilo re dirêje.”

 

Roja 25ê mijdara 2015an Partiya Pêşverû piştî bi dawîbûna kongereya ya 14mîn bi fermî ragihand ku ew ji ENKSê vedikêşe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst