Fraksiyonên Kurdistanî Fûad Mehsûm namzet kirin bo kursiyê serokatiya Iraqê

24-07-2014
A+ A-

Bexda (Rûdaw)- Fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fûad Mehsûm wek namzetê Kurdan bo kursiyê serokatiya Iraqê diyarkirin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê ragihand ku, di civîna fraksiyonên Kurdistanî ku li hotêla Reşîd li Bexdayê birêve çû aliyên Kurdistanî bo diyarkirina namzetekî bo kursiyê serokomariya Iraqê navê her yek ji Berhem Salih û Fûad Mehsûm xistin dengdanê de.

Parlementerêa PDK, Necîba Necîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de 55 parlementer beşdar bûn bo diyarkirina namzetekî di navbera Fûad Mehsûm û Berhem Salih bo serokatiya Iraqê.

Li gor ku Necîba Necîb ragihandî, piştî veqetandina dengan Fûad Mehsûm bi piraniya 30 dengî bo namzetê Kurdan bo Kursiyê serokatiya Iraqê, herwiha Berhem Salih 22 deng bidest xistin û 2 dengên vala jî hebûn.

 

Fûad Mehsûm kî ye?

Di sala 1938an de li bajarê Koye li Başûrê Kurdistan jidayik bû.

 

Sala 1958an diçe Qahîre û li zanîngeha Ezher dest bi xwendina zanistên Islamî dike.

Heya temenê wî dibe 18 sal li dibistanên olî li Kurdistan dixwîne.

Sala 1964an dibe endamê Partî Dîmokratî Kurdistan.

Sala 1968an li zanîngeha Besra dibe mamoste.

 

Sala 1973an li Qahîre dibe nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistan.

Sala 1976an dibe yek ji damezrênerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan.

Heya sala 1992an sikirtêrê giştî ê Yekîtiya Şoreşgeran bû.

 

Sala 1992an dibe serokê yekemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistan.

Sala 2004an piştî herifandina rejîma Seddam dibe yekemîn serokê Perlemanê demkî yê Iraq.

Ji sala 2005an ve endamê Perlemanê Iraq e.

 

Ji bo du geran serokê firakisyona Hevpeymana Kurdistanî bû di Perlemanê Iraq de.

Li gel Rûnak Ebdilwahid zewicî û 5 keçên wî hene.

Mam Celal hertim ew wek yek ji herî serkirdeyên rewşenbîr di nav Yekîtî de dîtiye û gelek caran pişta xwe bi wî girê daye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst