Parlamanterên PDKê: Projeyeke îranî hat pêşkêşkirin

23-06-2015
Hoşmîn Iniz
Parlamentoya Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya. Parlamentarên PDKê jî civîn baykot kirin û dibêjin amadebûna nûnerê Îranê di civîna îro ya parlamentoyê de bo serxistina projeyeke îranî ye.

Saet 11:00 Parlamentoya Kurdistanê dest bi civîna xwe kir, ew jî ji bo xwendina yekem bo pêşniyarqanûnên Serokatiya Herêma Kurdistanê. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de nûnerên Komara Îslamî ya Îranê amade bû.

Herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû ji bo sererastkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê (ku ew qanûn dibêje divê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve bi awayekî rasterat bê hilbijartin), 4 pêşniyarqanûn pêşkêş kirine.

Lê PDK, Tirkman û Xiristiyanan civîna îro baykot kirin û dibêjin bila serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, ne bi rêya parlamentoyê.

Peymnêrê Rûdawê ji nava parlamentoyê ragihand: “Parlamenterên PDKê ji amadebûna nûberê Îranê di civîna îro de dilgiran in û ew dibêjin, amadebûna nûnerê Îranê bo serxistina projeyeke îranî ye ji ber ku ev projeyên ku tên pêşkêşirin yên Îranê ne û nûnerê wî welatî amadebûye da ku bibîne projeya wan dê ser bikeve yan na.”

Li gorî Peymnêrê Rûdawê nûnerê Îranê ew serkeftin bi çavê xwe dît, ji ber ku xwendina yekem ji proyeyê re hat kirin.

Şêwirmendê Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê, Tariq Cewher di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Rêjeya perlemanteran bo civînê yasayî ye. Civîn bi awayekî asayî birêve çû.”

Tariq Cewher behsa amadebûna nûnerên welatên biyanî di civîna îro ya Parlamentoyê de kir û wiha got: “Ne tenê nûnerê Komara Îslamî ya Îranê di civînê de amade bû, lê belê nûnerên welatên Almanya, Misr û Amerîka jî di civînê de amade ne. Ew li ser daxwaza xwe û vexwendina me amade bûn.”

19ê meha 8an, dema Serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî tê. Herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû daxwaz dikin ku qanûna ku niha heye di parlamentoyê de were serastkirin û serokê Herêma Kurdistanê bi rêya Parlamentoya Kurdistanê were hilbijartin.

PDK dibêje bo çareserkirina vê mijarê 3 rê hene:

1- Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya qanûna niha ya parlamentoyê were hilbijartin û ew qanûn neyê guhertin. Qanûna niha jî hilbijartina serok e bi rêya milet. PDKê li ser vê riyê rijd e.

2- Niha Destûra Kurdistanê tê nivîsandin. Destûrê nû rêya hilbijartina serok diyar bike.

3- Bi rêya lihevkirin û rêkeftina hemû aliyê siyasî li ser awayê hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê. Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê PDKê ve bi vî awayî hatiye pêkanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst