Karayilan: Bila Yekîtiya Ewrûpa PKKê ji lîsteya terorê derbêxe

23-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw/ANF) - Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan bang li Yekitiya Ewrûpayê kir ku PKK'ê ji lîsteya ‘rêxistinên terrorîst’ a Yekitiya Ewrûpayê derxîne. Karayilan got, "YE bi derxistina PKK'ê ji vê lîsteyê re dikare piştgiriyê bide pêvajoyê.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan, ji rojnameya Awûstûryayê Die Presse re axivî û bersiv da pirsên nûçegîhan Wîeland Schneder. 

Karayilan li ser pirsa derheqê hebûna PKK'ê li nava lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewrûpayê ev nirxandin kir: "Ev rewş nayê qebûlkirin. Em behsa tevgereke ku bi milyonan Kurd bi sempatî nêzî dibe dikin. Gelo divê Yekitiya Ewrûpa piştgiriyeke çawa bide pêvajoya aştiyê ya me bi Tirkiyê re daye destpêkirin? Dikare derxistina navê tevgera Kurd ji nava lîsteya "rêxistinên terorîst" dest bi piştgiriyê bike. Eger vê neke, hingî wê xuya bibe ku Yekitiya Ewrûpa eleqeyê nîşanî pêvajoya aştiyê nade."

Li ser pirsa, "Hikûmeta Tirkiyê ji ber rewşa li Sûriyê bi PKK'ê re ket nava diyalogê?" Mûrad Karayilan ev bersiv da; "Dibe ku bandora wê hebe, lê sedema bingehîn ne ev e. Sedema bingehîn ew e ku me li Kurdistana Tirkiyê bi gelê Kurd re dest bi operasyona şoreşger kir. Ji ber rewşa li Sûriyê, li herêma Kurdan otonomiyeke defacto çêbû. Xurtbûna pozîsyona aliyê Kurd, hikûmeta Tirk bi hêrs kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst