Serok Barzanî û Eyad Ellawî çar mijarên sereke gotûbêj kirin

23-05-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Eyad Ellawî Kurdistan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê Eyad Ellawî çar mijarên têkildarî Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê gotûbêj kirin.

 

Li gor daxuyaniya civînê, roja pêncşemê 23ê Gulana 2019an Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê Eyad Ellawî kir.

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku "di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de danûstandina bîr û ramanan hat kirin".

 

Herwiha şerê DAIŞê û pêşhat û guhertinên herêmê jî mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Eyad Elawî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst