Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê şermezar kir û hevxemiya xwe pêşkêşî gel û hikûmeta Brîtanyayê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqîna terorîstî ya li salona konserta mûzîkjena amerîkî Ariana Grand li bajarê manchesterê yê Brîtanyayê şermezar kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û gel û hikûmeta Brîtanyayê re xwast.
Barzanî di vê peyama xwe de dibêje: “Gelek bi tundî vê êrişa terorîstî şermezar dikim ku şeva bihorî (li gor dema Brîtanya) konsêrteke hunerî li bajarê Manchesterê yê Brîtanyayê kire armanc, ku tê de hejmarek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim, piştevan û hevxemê wan im, hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi bûyerên terorîstî li cîhanê dike û tekezî li ser bertekên bihêz û tund li dijî terorê û terorîstan li ser asta navdewletî dike.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Dubarebûna bûyerên terorîstî li bajar û navçeyên cuda cuda yên cîhanê, tekezî li ser pêwîstiya bertekek bihêztir li dijî terorê û terorîstan û têkoşîneke berfirehtir li ser asta navdewletî bo nehîştina hizra tundrewiyê û terorê dike.”
Serokwezîr Barzanî bi hêviyekê jî dawî li peyama xwe tîne û dibêje: “Hêvîdarim ku careke din Brîtanya û cîhan jî tawanek bi vî awayî nebînin.”
Li salona şahiyê ya Manchester Arenayê ya li bakurê bajêr, dema ku konserta muzîkjena amerîkî Ariana Grande bi dawî bû, teqîn çêbû. Di encama teqînê de 22 kesan canê xwe ji dest dan û 59 kes jî birîndar bûn.
DAIŞê berpirsatiya êrişa li Manchesterê li xwe girtiye û gotiye, ku êrişa li Manchesterê êrişeke xwekujî bûye.
Di daxuyaniya DAIŞê de ku ajansa Amaq a wê rêxistinê belav kiriye, hatiye gotin: “Leşkerekî yê xilafetê, li bajarê Manchester a Birîtanyayê bombeyek daniye di nava xaçparêzan de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse