Kurdên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Ewrûpa

23-05-2015
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku bi hezaran penaber jiyana xwe dixine metirsiyê, da ku bigihêjin welatên Ewropayê. Komisyona Bilind a Penaberên Ewropayê ragihand ku pêwîst e welatên Ewropayê bi beşê wergirtina penaberên pêşniyarkirî razî bin. Li komelgeheke penaberan li Bulgaryayê 600 penaber niştecî bûn û piraniya wan bi rêya neyasayî gihiştine vî welatî û li dibistanekê mane, ku bûye komelgeha niştecîbûnê û çaverêyî bihîstina rêpêdanê ne, ji bo mana wan li welatên Ewropayê.

 

Komelgeha Voyna Rampa, li Sofyaya paytexta Bulgaryayê, baştirîn cih e ji bo niştecîbûna Qusey Şêxo yê temen 22 salî ye. Qusey kurdekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê ye. Dema salekê dirêj kir heta gihişte vî welatî.

 

Wî xortê kurd ê Rojavayê Kurdistanê ligel malbata xwe ji bo gera li dû jiyaneke baştir, piştî ku şer li seranserî welatê wan girte, berê xwe dane welatên Ewropayê, niha çavên wan li wê yekê ye ku Almanya rêdana manê bide wan.

 

Şêxo li Zanîngeha Şamê beşê rojnamevaniyê xwendiye. Di wê xewnê de ye ku ew li zanîngeheke Almanyayê xwendina xwe bidawî bike.

 

Qusey Şêxo ji Rûdawê re wiha got: “Ew beşê Komisyona Ewropayê pêşniyar kiriye, ji bo wergirtina wan penaberên ku digihêjine welatên ewropayê, alîkariya çend welatan dike, weke Bulgarya, Îtalya, Spasnya û Yewnan. Lê ji bo Almanyayê ku heta niha jî bêhtirîn penaberên Sûriyê berê xwe didinê gellekî kêm e.”

 

Komisyona Ewropayê pêşniyar kir ku her yek ji welatên Ewropayê hejmarekê ji penabera werbigire, lê plana taybet bi yasaya beşê penaberan pêiştgiriya wê ya cemawerî, li çend welatên ewropî, nîne. Di nav wan de jî Spanya, Fransa, Brîtanya û Lativya.

 

Rêya Şêxo bo welatên ewropayê tijî metirsî û serêş bû, her weke ew dibêje wî 7 caran hewl daye sînorên navbera welatên Tirkiye û Bulgaryayê derbas bike, lê her carê ew li ser destên polîsê bulgarî hatiye girtin û lêdan xwariye û piştre jî hatiye şandin bo Tirkiyê. Herwiha 2 caran jî bi rêya ezmanî hewl daye bigihêje welatên EwropAYê, lê piştî 12 demjimêran hate şandin bo Tirkiyê.

 

Hewldana dawiyê jî meha Adara borî bû, dema dayik û xûşkên wî lilgel wî bûn û bi hezaran Yoro dane qaçaxçiyan û wan ew xistibûn tirêneke guhastina kelûpelan heta gihiştin welatê Bulgariyayê. Lê tirên li deverekê rawestiya, li nêzîkî Harmanlî bi dûriya 80 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê, lê vê carê polîsê Bulgariyayê wan digire û li komelgeha Voyna Rampa penaberan niştecî dike, ku nêzîkî 600 penaberî tê de ne.

 

Polên xwendinê li wê dibistanê niha bûne cihê niştecîbûna penaberan. Hinek ji wan odeyan 7 malbat tê de hene, li qadekê jî tenê jêdereke avê heye, ligel vê yekê jî Şêxo dixwaze çend mehan li vê derê bimîne da ku berê xwe bidin alamanyayê.

 

Tiştê ku niha penaberê Rojavayê Kurdistanê bike rûniştin û çaverêkirina paşeroja xwe û malbata we ye. Tê pêşbînîkirin ku di meha bê de, serokatiya welatên Ewropayê bicivin ji bo biryarê  li ser yasaya beşê penaberan bo welatên ewropayê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst