Projeyek ji bo ciwan û zarokên kampa Qûştepe tê avakirin

23-04-2014
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Qûştepe ya koçberên Rojavayê Kurdistanê bingeha projeyeke ji bo zarok û ciwanan hate danîn.

Di nava vê projeyê de stadyomên sporê weke fotbul, basketbol û voleybol, navendeke rewşenbîrî û bexçeyek cih digirin.

Berpirsiyarên projeyê dibêjin, wê di nava meh û nîvekê wê dawî li kar û barên projeyê were û wê derbasî xizmetê bibe û wê deriyê xwe ji xelkê re veke.

Ew proje ji aliyê Dezgeha Rewangeh a Xêrxwazî û Heyva Sor a Îmarata Erebî tê avakirin.

Bingiha destpêkirina vê projeyê, ji aliyê serokê Dezgeha Rewangeh Idrîs Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Îmarat li Hewlêrê Şêx Raşid Mihemed el-Mensûrî ve li nav kampê hat danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst