Şêwirmendê Erdogan ê Kurd ji AK Partiyê îstîfa kir û bû berbijêrê partiyeke din

23-01-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Şêwirmendê Erdogan Riha Mehmet Kasim Gulpinar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar ji partiya xwe îstîfa kir û beşdarî Partiya Yeniden Refahê bû.

Piştî ku AK Partiyê Şaredarê niha Zeynel Abidin Beyazgul careke din wek berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê eşkere kir, Mehmet Kasim Gulpinar ji partiya xwe cuda bû û çû nav Yenîden Refahê.

Mehmet Kasim Gulpinar ê ku 4 heyaman parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê bû îro Serokê Partiya Yeniden Refahê Fatih Erbakan ziyaret kir.

Gulpinar ji aliyê Yeniden Refahê ve wekî berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hat ragihandin.

"Ez dê paşê biaxivim"

Mehmet Kasim Gulpinar ji Rûdawê re got:

"Ez bûm berbijêrê Partiya Yeniden Refahê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê. Ji ber ku niha dema min zêde nîne ez dê piştre derbarê pêvajoyê de bi berfirehî ji medyayê re biaxivim."

Fatih Erbakan jî li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê xwe û Gulpinar belav kir û got:

“Şêwirmendê Serokkomar û endamê rêveberiya AK Partiyê û parlamenterê heyamên 24-25-26 û 27an ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar beşdarî Partiya Yeniden Refahê bû û bû berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê.”

Li Rihayê li dijî berbijêriya Zeynel Abidin Beyazgul nerazîbûneke zêde hebû û piraniya xelkê daxwaza guhertina wî dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst