Alîkarên Talebanî li eniya şer bi Barzanî re rûniştin

23-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarên Sekreterê Giştî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî û Berhem Salih li eniya şer serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Hat gotin di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye axaftin her wiha li ser yekrêziya hêzên siyasî yên Başûr tekez hatiye kirin.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro (23ê vê mehê) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniya Dîcle ya şerê DAIŞê pêşwaziya alîkarên Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl û Berhem Salih û şanda bi wan re kir.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de şanda YNKê spasiya Barzanî û hêzên Pêşmerge kirin ji bo wan serkeftinên ku di şerê DAIŞê de bidest dixin, her wiha ji malbatên şehîdan re jî sersaxî xwestin û şifa ji birîndaran re xwestin.

Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku Barzanî û şanda YNKê li ser rewşa deverên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin û eniyên şer, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hat zanîn ku di civînê de li ser pêwîstiya parastina yekrêziya navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê jî tekez hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Yekrêzî û yekîtiya hêzên siyasî û pişgirîkirina Pêşmerge garantiya serkeftina gelê Kurdistanê dide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst