18 Photos
Azîz Serîm ê 75 salî yê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî 28 salan şofêrtiya taksiyê kir berî 5 salan xanenişîn bû, berî 10 salan jî biryar da ku cil û bergên rengîn li xwe bike.
Serîm di dolaba mala xwe ya li taxa Cûdî de bi dehan cil û bergên zer, porteqalî, sor, spî, bordo, kesk û şîn hene, Serîm ne tenê di kincên xwe de, di pêlavên xwe de jî van rengan tercîh dike.
Serîm ê ku ji aliyê derdora xwe wek "Apê Ezîz" tê naskirin û yên ku wî nas nakin jî wek "Zilamê Rengî" bi nav dikin, dema li navçeyê digere bala welatiyan dikşîne.
Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw