Zerdeştiyan di Şeva YELDA de perestgehek vekirin

22-12-2015
RÛDAW
Zerdeştî
Zerdeştî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, di şeva 20 – 21ê vê mehê ku Şeva Yelda bû, zerdeştiyan perestgehek ji xwe re vekirin.

Zerdeştî li Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Li Silêmaniyê jî perestgeha zerdeştiyan ji aliyê komek welatiyên zerdeştî yên Başûrê Kurdistanê ve hat vekirin.

Şeva Yelda, ku şeveke pîroz e di ola Zerdeştî de û hersal zerdeştî vê şevê pîroz dikin, perestgehek hat vekirin.

Li ser dîwarên wê perestgegê hêmayên zerdeştî hatine nexşandin. Dê ev perestgeh bibe navendeke bo belavbûna ola Zerdeîtî. Herwiha dê bibe cihek ku zerdeştî tê de lihev kom bibin û tê de fêrî bingehên ola xwe bibin.

Pîrê Zerdeştiyên Kurdistanê, Pîr Luqman Kerîm ji Rûdawê re ragihand: “Di vê perestgehên de, zanistên zerdeştî di nava zerdeştiyan de tên fêrkirin. Ola Zerdeştî û dîroka kurdî tê fêrkirin.”

Dîwarên wê perestgehê bi wêne û sembolên ola zerdeştî hatine xemilandin.

Perestgeha Silêmaniyê wek navendekê ji bo belavkirina ola zerdeştî û civandina zerdeştiyan tê bikaranîn.

Li gorî amara ku Rêxistina Çand û Felsefeya Zerdeştiyên Kurdistanê, 300 hezar zerdeştî li Başûrê Kurdistanê hene.

Serokê Mala Zerdeştiyan û pîrê Zerdeştî, Pîr Loqman jî ji Rûdawê re gotibû, di heyama mehekê de 10 keç û xortên zerdeştî bi hev re zewicîne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst