Mirîşk jî ket nav hevpeymaniya li dijî DAIŞê

22-11-2014
RÛDAW
Mirîşk
Mirîşk
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan- Di encama êrişên DAIŞê de li herêmên ku tên valakirin, weke mirovan hin ajal jî mexdûr dibin.

 

Piştî rêxistina DAIŞê êrişê bajarokê Zûmarê yê giredayî Mûsilê kir, li wê derê  kevir li ser kevir nema û xelkê wê herêmê jî ew dever vala kirin. Piştî çend mehan Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew bajarok ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û li wê derê tişta ku zindî mabû bi tenê mirîşkek bû.

 

Dema ku pêşmerge ji wê derê diçin dibînin mirîşk jî li gel wan li seyare sar bûye. Herwiha mirîşk li 5 eniyên şer li gel pêşmergeyan digere.

 

Li gorî gotinên pêşmergeyan her car mirîşk bi xwe li gel wan li wesayîtê siwar dibe.

 

Pêşmerge Yûsif Casim dibêje mirîşk gavekê jî  xwe ji wan dûr naxe.

 

Casim raihand ku çi dera diçinê ji bo mirîşkê li xwarine digerin û wiha got:


“Em li mirîşkê xwedî derketin. Paşê jî mirîşk weke siha me em şopandî. Çi dera em diçin ew jî li gel me tê û bi xwe li wesayîtê me siwar dibe. Mirîşk ji me re bioxir hat. Me li 5 eniya şer kir li hemûyan jî em serketin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst