Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 21 koçberên Efxanî yên ku pasaportên sexte yên Îranê bi wan re hebûn hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Qersê li nêzîkî gundê Kaloyê 21 koçberên Efxanî girtin.
Cendirmeyan di encama kontrolê de dît ku bi wan 21 koçberan re pasaportên sexte yên Îranê hene.
Cendirmeyan bi qasî 479 hezar û 514 lîreyên Tirkî ceza li koçberan birîne.
Koçberên hatîne girtin, piştî miameleyên li Navenda Cendirmeyan ji bo bêne dersînorkirin radestî Navenda Koçê ya Qersê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse