Hevjîna Şivan Seîd: Bêrêzî bi hevjînê min hat kirin

22-10-2020
RÛDAW
Hevjîna Şivan Seîd jî ji Rûdawê re ragihand, li hevjînê wê dane û “bêyî ku li derî bidin” ketine nav malê
Hevjîna Şivan Seîd jî ji Rûdawê re ragihand, li hevjînê wê dane û “bêyî ku li derî bidin” ketine nav malê
Nîşan Şivan Seîd Berroşkî Hevpeymaniya Niştimanî Duhok Badînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê devera Badînan ê Hevpeymaniya Niştimanî Şivan Seîd Berroşkî îro, 22.10.2020, ji aliyê hêzeke emnî ve hat desteserkirin û polîsê Duhokê dibêje, desteserkirin li ser fermana dadger bûye û “bi ti şûweyek bêrêzî bi tohmetbar nehatiye kirin.” Hevjîna Şivan Seîd jî ji Rûdawê re ragihand, li hevjînê wê dane û “bêyî ku li derî bidin” ketine nav malê.

Rêveberiya Polîsê Duhokê di daxuyaniyekê de derbarê desteserkirina “çend tohmetbaran” li wê parêzgehê ji aliyê hêzên emnî ve îro roja pêncşemê, dibêje, fermana desterserkirinê li gor madeya 221 ya yasaya ceza a Iraqê û bi fermana dadger bû û “polîs û dezgehên emnî yên din” bi serpereştiya Şelan Ehmed, Rêveberê Polîs, tohmetbar desteser kirine.

Şivan Seîd Berroşkî ku yek ji wan kesên hatine desteserkirin e, çalakvanekî medenî û Berpirsê Devera Badînan ê Hevpeymaniya Niştimanî ye. Hevjîna Şivan Seîd ji Rûdawê re axivî û got, “demjimêr 08.20 bêyî ku dengê derî bê, hêzek ketin hindurê malê.”

Li gor gotina hevjîna wî dema ew hêza emnî ket hindur, hêzên emnî yên ketin hindur “li Şivan Seîd dan û birin” û kelûpelên nav malê jî têk dan.

Polîsê Duhokê jî dibêje, “bi ti şêweyek bêrêzî bi tohmetbaran nehatiye kirin û ew kesên hatine girtin bi baştirîn şêwe li gor yasa bo dadgehê hatine şandin.”

Piştî girtina wî çalakvanî, Endamê Encûmena Hevpeymaniya Niştimanî Goran Dilşad ji Rûdawê re got, “berpirsê Hevpeymaniyê ti tawanek nîne û tenê ji ber ku dengekî nerazî yê navçeyê ye û beşdarî kombûnên nerazîbûnê dibe hatiye desteserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst