Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexda bi tenê mûçe û budce nîne

22-09-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Martin Huth Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Martin Huth civiyan û di wê civînê de Barzanî got: “Kêşeyên Hewlêr – Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 22yê Îlona 2020an li Hewlêrê pêşwazî Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Iraqê Martin Huth kir.

Li gor daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate belavkirin, di civînê de pengavên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa korona û encamên wê yên bi taybetî di warê aboriyê de, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞ, proseya siyasî û erkê hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina pêşwext a paşeroja Iraqê, hatin nirxandin.

Pêşhatên dawî yên guftûgoya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû, têde Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku kêşeyên Hewlêr – Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne û aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda du babetên pêkve girêdayî ne.

Barzanî diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên wan Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin.

Herwiha di civînê de herdu aliyan piştgîriya xwe ji bo hilbijartina pêşwext a Iraqê der birîn û di derbarê çend mijareke din de wekî peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û derfeta weberhênan û sermayeguzariya Ewropî li Iraq û Herêma Kurdistanê bîr û ramanan xwe anî ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst