Galeriya wêneyan

22-09-2019
18 Photos
RÛDAW

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, akademîsyenê ji beşa Endezyariya Qut li Zaningeha Harran, Prof. Dr. Hasan Vardîn li gel 5 xwendekarên lîsansê, di lêkolînên li navenda Teknokent Ar-Ge, derxistin holê ku, rûnê kakilên îsotan, kapsaîsîn li xwe digire ku ew made li ser rehîkên mejî xwedî bandor e.

Li wê navendê sîstemek hatiye avakirin ku ji fêkiyên sirûştî berhemên nû jê tên bidestxistin. Ew akademîsyen û xwendekarên wî jî, rûnê ku ji kakilên îsotan hatiye bidestxistin, bi rêya wê sîstemê, dest bi bikaranîna wî rûnî bo çêkirina sabûnan kirin.

Sabûnên ji îsotan ên ku bi navê ‘HarraNatura’ hatine amadekirin, di bazaran de cihê xwe girtin.

 

Wêne: AA