Li Amadê festîvala çand û zebeş

22-09-2016
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê cara şeşan festîvala çand û zebeş bi beşdariya siyasetmedar, karsaz, cotkar û welatiyan hat lidarxistin.

 

Îsal cara şeşan li Amedê Festîvala çand û Zebeşên Amedê hate lidarxistin, bi beşdariya siyasetmedar, parêzger û welatiyan pêşbirk rengîn derbas bû, herwiha  ji bo pêşbirka zebeşa herî gir cotkarên Amedê zebeşên xwe li festîvalê raxistin û hewl dan ku xelata xwe bistînin.

 

Di pêşbirka festîvala îsal zebeşên Amedê de zebeşa cotkarê bi navê Mihemed Kaya bi 29 kîlo 700 gramê derkete pêş û bû zebeşa herî mezin û cotkarê Kurd bi 5 hezar lîre hate xelatkirin

 

Cotkar Mehmet Kaya ji Rûdawê re wiha got: “Tişteke xweşe ji zebeş re xizmet bikî, çiqas kîlo zêdebe ewqs dilê me fereh dibe. Me heft meh pêre emek daye, pênc milyar ne tişteke.”

 

Festîvala zebeşan  bi govenda Kurdî jî xemilî, govendgerên Kurd bi fîgurên govenda Amedê bala mêvanan kişandinê ser xwe.

 

Îsal li gor salên borî zebeşên Amedê hem kêm bû, hem jî zêde gir nebû, Adil Aydin sala par bi zebeşa xwe ya 62 kîlo ketibû dereca yekan û  ew bi hilberînên îsal ne qaîl e.

 

Cotkar Adil Aydin jî wiha got: “Ev 13 sala dereca yekemîn, duyemîn û sêyemîn di destê me de ye, îsal germahî zêde çêbû, ji ber wê zebeşê 54 kîlo 62 kîlo, hate ser 29 kîlo 700 graman sebebê wê germahiye û ji ber gernahiyê nesaxiya manyerê çêdibe.”

 

Welatiyên ku tevlê festîvalê   bûn jî, bi vê çalakiyê kêfxeşbûn û herwisa hêviyên xwe ji bo aşîtiyê anîne ziman.

 

Festîvala  çandê û zebeşên Amedê her sal ji aliyê parêzgehiya Amedê ve di meha Îlonê de tê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst