Daxuyaniya Rûdawê li ser êrişa Asayişa Cizîrê bo ser rojnamevan Rengîn Şero

22-09-2016
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Rengîn Şero Rojnamevan Asayiş Kantona Cirîzê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 22-09-2016 Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê, rêgirî li çûna rojnamevana Tora Medyayî ya Rûdawê (Rengîn Şero) kirin, ji bo ku biçe cem dayik û bav û kesûkarên xwe li gundê Dûgirka yê nêzîkî bajarokê Girkê Legê ku ser bi parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ve ye.

 

Peyamnêra navdar a Tora Medyayî ya Rûdaêw, Rengîn Şero, piştî ku saet 12:00ê nîvro li deriyê Pêşabûr-Sêmalka û ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, bi mebesta serdana kesûkarên xwe nek karê rojnamevanî, ji aliyê karmendên sînor ku ser bi Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, karûbarên derbasbûna wê bo Rojavayê Kurdistanê timam dikin û ji aliyê bavê xwe ve tê pêşwazîkirin, lê belê li cihê suwarbûna mînîbusan, ji aliyê Asayişa Kantona Cizîrê tê bangkirin û jê re dibêjin, ku nabe biçe Rojavayê Kurdistanê û divê ew vegere Başûrê Kurdistanê, û bi gotinên kirêt gelek sivikatiyê bi karê wê û Rûdawê dikin. Piştî ku Rengîn Şero ji wan re dibêje, ew ji bo serdana gundê xwe û kesûkarên xwe hatiye û piştî ku wê hemû karûbarên derbasbûnê timam kiriye, naxwaze vegere, karmendeke zilam ê Asayişê û çend karmendên jin ên Asayişa Kantona Cizîrê êrişî Rengîn Şero dikin û kincên wê didirînin û wê diêşînin, zêdebarî wê yekê ku wan zaniye ku ew ducanî ye jî. Bavê wê ku bi wê şêweyê keça xwe dibîne, hawar dike û daxwaz ji wan dike: Bo xatira xwedê û bo xatira pêxember wisa li keça min nekin û rê li wê negirin. Lê belê ew karmend jê re dibêjin: Em xweda û pêxember nas nakin. Bi vî awayê tundûtîj rêya çûna bo Rojavayê Kurdistanê li Rengîn Şero Digirin û bi belemekê dişînin Başûrê Kurdistanê.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê êrişê şermezar dike. Rengîn Şero hem wek rojnamevan û hem jî weke xanimeke ducanî û weke hevwelatiyekê Rojavayê Kurdistanê, hêjayî lêxistin û sivikatîpêkirin û rêgirîkirina li wî bo serdankirina kesûkar û herêma xwe nîne. Mixabin, ev ne cara yekem e jî ku rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî tundûtîjî û sivikatîpêkirinê dibin. Ev jî zelal e ku rojnamevanên Rûdawê baca pîşeyîbûna xwe di rûmalkirina bûyerên Rojavayê Kurdistanê de didin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya vê daxuyaniyê daxwaz ji rêxistinên Kurdistanî û navdewletî yên bergirîkirin li mafên mirov, bi taybet jî rêxistinên bergirîkar li mafên rojnamevanan, azadiya nêrîn û rêxistinên jinan û zarokan dike ku dengê nerazîbûna xwe li hember vê destdirêjî û tundûtîjiyê bilind bikin û guvaşan bixin ser karbidestên kantonan li Rojavayê Kurdistanê, da ku sînorek ji bo tirsandin û êşandina rojnamevanan danin.

 

Herwiha em tînin bîra hemû aliyan, ku zêdetir ji salekê ye ku bi biryareke ragihandinî ya kantonên Rojavayê Kurdistanê, rê li Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye girtin ku li Rojavayê Kurdistanê kar bike, zêdebarî pabendbûna Rûdawê bi hemû rêkarên karpêkirî yên li Rojavayê Kurdistanê.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaz ji berpirsên kantonan dike, wê destdirêjiya asayişa xwe protesto bikin û li cihê wan rêgirîkirinan, rê bidin rojnamevanan bi azadî li Rojavayê Kurdistanê karê xwe bikin û rê li sadetirîn mafên wan negirin ku ew jî serdana kesûkarên wan e.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê

Hewlêr

22-09-2016



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst