Kurdî-Derê ji bo dibistanên kurdî serlêdana fermî kir

22-09-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Amed (Rûdaw)- Ji bo dibistanên seretayî yên kurdî yên  ku li Bakurê Kurdistanê 15 Îlonê îsal hatin vekirin û ji ber destûra wan a fermî nebûn hatin mohrkirin serlêdana fermî hat kirin.

 

Serokê Giştî yê Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Sebahattin Gultekin îro ji bo dibistana kurdî li parêzgariya Amedê serlêdana fermî kir.

 

Daxwaznameya ji aliyê  Serokê Giştî yê Kurdî-Derê Gultekin ve hatî dayîn  bal kişandiyê perwerdeya zimanê dayikê li hiqûqa gerdûnî û peymanên navneteweyî wek mafên zikamkî hatine temînat kirin.

 

Daxwazname ji bo  perwerdehiya sala 2014-2015an a li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya li taxa Şeyh Şamil ya giredayê Baglarê hate dayîn.

 

Li Tirkiyeyê 15 Îlone xwedina sala nû dest pê kir û hat ragihandin li Amedê, Cizîrê û Geverê dibistanên perwedeya kurdî jî bidin dê bên vekirin.

 

Bi pêşengiya Kurdî-Derê li Amed, Şirnex û Colemêrgê sê dibistanên kurdî hatibûn vekirin.


Dibistana li navçeya Cizîrê ya Şirnex ya bi navê “Dibistana Berîvanê” hatî vekirin tomara 90 zarokan hatibû çêkirin.

 
Dibistanên li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatin vekirin di heman rojê de ji aliyê parezgariyan ve hatibûn mohrkirin.

 

Paşê li ser ve yekê bûyer derketibûn û gelek kes birindar bûbûn.

Seroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şaxa Amadê Zubeyde Zumrut mohra deriye dibistanê jê kiribû û paşê jî  cara duyem dibistan hatibû mohrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst