Bavê zarokeke 13 salî: Ciwanên Şoreşger keça min revand

22-08-2023
RÛDAW
Bavê Fereh Xileliyê daxwaza vegerandina keça xwe dike
Bavê Fereh Xileliyê daxwaza vegerandina keça xwe dike
Nîşan Ciwanên Şoreşger Kobanî Fereh Hesen Xilelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata keçeke Kurd a 13 salî a ji Kobaniyê got ku keça wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Fereh Hesen Xilelî ya ji gundê Qineyê yê Kobaniyê ji 7ê vê mehê ve wenda ye.

Xwişka wê Diyanayê ji Rûdawê re ragihand ku Ciwanên Şoreşger roja 7ê Tebaxê xwişka wê ya 13 salî ji ber deriyê mala wan revandiye û tevlî xwe kiriye.

Diyanayê got ku xwişka wê niha li Dêrikê di nav Ciwanên Şoreşger de ye.

Diyanayê herwiha da zanîn ku ew 6 xwişk in, tenê birayekî wan hebû lê ew jî di şerê zindana Sînaayê ya Hesekê de şehîd ketiye.

Bi gotina Diyanayê piştî şehîdketina birayê wê bi mehekê dayika wê ji qehran koça dawiyê kir.

Diyanayê di heman demê de da zanîn ku xwişkeke din a wan di nav Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de ye.

Herî dawî Diyanayê eşkere kir ku vîdeoyek ji wan re hatiye şandin û tê de xwişka wê sond dixwe ku bibe şervan.

Bavê wê jî ji ber ku zarok e û nikare bibe şervan xwest ku keça wî bê vegerandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst