ŞIRNEX – Payebilindekê Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin

22-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gundê Ayvalik a navçeya Elkê ya Şirnixê duhî komek nasnemeya wan nediyar êrişî qereqolê kiribûn di encamê de Serpel Ali Alkan birîndar bibû, îro wî fermandarî jiyana xwe ji dest da.

 

Duhî şev saet 21.30ê komeke nasnemeya wan nediyar bi roket û çekan êrişî qereqola cendermeyan a li Ayvalikê kirin. Cendermeyên qereqolê jî bersiva komê dan û nêzîkî saeteke pevçûnê berdewam kir.

 

Di encama pevçûnê de 3 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn û ji bo dermankirine ew bi helikopterê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê. Ji wan leşkeran birîna Ali Alkan giran bû.

 

Îro Serpel Ali Alkan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Herwiha hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li herêmê dest bi operasyonên kirin.

 

Ji aliyê din ve heta niha PKK derbarê bûyerê de ti agahî belav nekiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst