Efrîn: Çekdarên grûpa Siltan Mûrad mala welatiyekî Kurd talan kirin

22-06-2023
Loloxan
Nîşan Grûpa Siltan Mûrad Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad a ser bi Tirkiyê ve, bi şev girtin ser mala welatiyekî Kurd, piştî lêdan û êşkencedanê mala wî talan kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad a ser bi Tirkiyê ve, bi şev girtin ser mala welatiyekî Kurd û piştî lêdan û îşkencedanê mala wî talan kirin ku nirxên kelûpelên talankirî bi qasî 1500 dolaran tên texmînkirin.

Hevdem, li gundê Ciwêqê yê ser bi Efrînê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd azad kirin, ev jî piştî wergirtina 400 dolaran ji kesûkarên wî ku berê ew bi tohmeta peywendiya bi Rêveberiya Xweser re girtibûn.

20ê Hezîranê jî li gundê Qerzêhilê yê ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê ve, polîsên serbazî jinek û sê xort girtibûn ku berê jî ji aliyê çekdarên Cebheya Şamî ve rûbirûyê lêdan û îşkenceyê bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst