`Şerê li Qamişlo şano bû`

22-06-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Qamişlo (Rûdaw) – Ji bajarê Qamişlo çalakvan û medyakar Can Qamişlo ragihand şerê ku şevê din di navbera hêzên YPGê û hêzên ewlekariya Sûriyê de qewimî, şano bû.

 

Derengiya şeva borî derdora saet 01:00ê li taxa Erbewiye ya bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên YPGê û hêzên ewlekariya Sûriyê de derketibû û ew şer heta îro serê sibehê berdewam bibû.

 

Derbarê wan pevçûnan de çalakvan û medyakar Can Qamişlo bi reya telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku rewşa Qamişlo ji destpêka bajêr heta dawiyê aram e û şerekî rastî di navbera herdu aliyan de derneketiye û ew şer wekî şanoyekê bû.

 

Can Qamişlo îdia kir ku rêjima Sûriyê dixwaze hin navendên leşkerî radestî hêzên YPGê bike, lewma van şanoyan ligel YPGê pêk tine.

 

Li ser vê yekê jî wî çalakvanî tekez kir ku ji ber ku rêjima Sûriyê naxwaze eşkerê radestî YPGê bike, wek di şanoyekê de şerî dikin û dê bi vî awayî wan navenda radestî YPGê bike.

 

Can Qamişlo anî ziman ku ew çûne taxa bûyerê, lê wan li ti derî û li ser ti dîwaran şopên guleyan nedîtin. Herwiha li ser zarê welatiyên wê taxê got ku herdu aliyan gule berdan asîmanan.

 

Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha Hesekê ve ye. Niha bazar û navenda bajêr di destê hêzên ewlekariya Sûriyê de ye û yê mayî ji bajêr jî di destê YPGê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst