Li Çewlîgê qeza: 10 birîndar

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Qeza Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, îro mînîbusa karkeran û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li çarrêya balafirgehê ya Çewlîgê, îro demjimêrên sibehê mînîbusa karkeran û otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezaya trafîkê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya birîndaran bi giştî baş e û metirsiya wan a canî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst