Heşda Şeibî lîwayeke nû li Şingalê ava dike

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal Heşda Şeibî Lîwa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heşda Şeibî dest bi avakirina lîwayeke din li nav sînorê navçeya Şingalê kir ku ji zêdetirî 2 hezar çekdarên pêk tê. Bi gotina parlamenterekî Iraqê yê li ser pîşka wê navçeyê,  ev pêngava Heşda Şeibî “metirsîdar e” û wî aliyên peywendîdar agahdar kirine.

Parlamenterê endamê parlamentoya Iraqê yê li ser pîşka Şingalê Mecîd Sincarî îro Duşemê 22yê Gulana 2023an ji Rûdawê re ragihand ku Heşda Şeibî li Şingalê dest bi dirûstkirina lîwayeka nû kiriye ku welatîyên Şingalê û Erebê Sunne bo wê lîwayê werdigire.  

Mecîd Sincarî got:  “Ji bo lîwaya nû ku ji zêdeyî 2 hezar kesan pêk tê, nav nivîsandin û amadekariyan destpê kirine û hinek ji wan mûçe wergirtine.”

Berî niha jî li navçeya Şingalê Heşda Şeibî lîwayek ava kiribû û hejmara çekdarên wê lîwayê ji 2 hezarî zêdetir bû.

Ev pêngava Heşda Şeibî di demekê de ye ku di sala 2020an de rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa de hatiye îmzekirin, lê piraniya xalên wê nehatine cîbicîkirin. Ji ber vê yekê rewşa navçeyê asayî nebûye û koçber jî amade nebû vegerin bo ser cih û warên xwe.

Li gorî rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê hêzek polîs were avakirin da ku berpirsiyariya ewlehiya navçeyê hilgire ser milê xwe.

Wî parlamenterê Şingalê herwiha destnîşan kir ku wî aliyên peywendîdar ji wê rewşa "metirsîdar" a vê pêngava Heşda Şeibî agahdar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst