Galeriya wêneyan

22-05-2018
15 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) – Mizgevta Mezin a Silêmaniyê ciyawaz ji mizgevtên din ên vî bajarî, di meha Remezanê de ne tenê cihek e ji bo xwedaperestî û nimêjê, lê belê dibe ciheke xêrxwaziyê jî û xêrxwazên bajêr li vê mizgevtê fitarê didin kesên ku qesda mizgevtê dikin.

Li vê mizgevtê xwarina fitarê ne tenê didin bawerdarên musilman, lê belê didin kesên nemusilman jî ku di demên êvariyê de diçin mizgevtê, bi awayekê ku ew yek li Mizgevta Mezin a Silêmaniyê bûye nerîtek. Lewma jî kesên hejar, karkerên Kurdên Êzidî, Ereb, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên îranî û zarokên ku li cadeyan kar dikin, bi hatina êvarê û nêzîkbûna dema fitarê, berê xwe didin vê mizgevtê.

Xwaringeha Kak Ehmedê Şêx ku dikeve nav Mizgevta Mezin a Silêmaniyê, di meha Remezanê de rojane xwarinê dide zêdetir ji hezar kesan. Heqê xwarinê û karê sufreya Remezanê ya mizgevtê jî ji aliyê kesên xêrxwaz û sermayedarên Silêmaniyê ve tê dabînkirin.