SILÊMANÎ – 11 hezar dolarên sexte hatin zeftkirin

22-05-2017
RÛDAW
Nîşan Asayîş dolar sexte zeftkirin Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ragihand, kesekî ku li ser wî 11 hezar dolarên sexte hebûn, hate desteserkirin.

 

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê, di 18ê Gulana 2017an de li nav bajarê Silêmaniyê kesekî bi navê B. R. T ku temenê wî 24 salî ye hatiye desteserkirin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, li ser kesê ku hatiye desteserkirin qasî 11 hezar û 900 dolarên sexte ku ji 100 dolaran pêk tê, hatine zeftkirin. Herwiha karta zanyarî û nasnameya wî kesî jî sexte bûne.

 

Asayîşa Silêmaniyê amaje bi yekê kir, ku wî kesî dixwest bi wan dolarên sexte otomobêl bikire û bi nasnameya sexte jî girêbesta xwe dê bida çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst