Galeriya wêneyan

22-04-2019
24 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Roja yekşemî 21ê Nîsana 2019 şandeke hevbeş a Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê û Odeya Bazirganî ya Şirnexê serdana Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinekê de, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê, Mehmet Kaya behsa giringiya karkirina hevbeş û bazirganiya di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê kir û got: “Em hatine vir daku herdu civakan nêzîkî hev bikin. Bi taybet ku niha geştên asmanî yên navbera Hewlêr-Amed û Hewlêr-Dîlokê destpê bûne û geştên asmanî yên navbera Silêmanî-Stenbol jî hatine destpêkirin.”