Rojnamegeriya Kurdî 120 salî ye

22-04-2018
RÛDAW
Nîşan Miqdat Midhed Bedirxan Kurdistan Rojname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Îro 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerîya Kurdî ye. Di sala 1898an de wate 120 sal beriya niha li paytexta Misirê Qahîreyê, rewşenbîrê Kurd Miqdat Midhet Bedirxan rojanemya bi navê “Kurdistan” derxist.

 

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çapkirin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxist, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdat Midhet Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.

 

Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.

 

Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emînê heta 19emîn li bajarê Cinêv a Swîsreyê, 20emîn heta 23emîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, 25ê heta 29ê li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hate çapkirin û weşandin.

 

 

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şark û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê Kurdistan û Jîn hatine çapkirin.

 

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, di 1973an de li Başûrê Kurdistana, 22ê Nîsanê wek “Roja Rojnamegerîya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

 

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst