Mêrdîn: Cenazeya keça 11 salî ku ber avê ketibû piştî 6 rojan hat dîtin

22-03-2023
RÛDAW
Nîşan Qoser Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoser a ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê cenazeya keça 11 salî ya ku ber avê ketibû, piştî 6 rojan hat dîtin.

Roja 16ê Adara 2023an li taxa Çatalca ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî rabûna lehiyê keça 11 salî ya bi navê Fatma Sezer ber ava bihêz ket û di Çemê Circipê de winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji Mêrdînê bo cihê bûyerê hatibûn şandin û ji wê rojê ve kar û xebatên lêgerînê destpêkiribûn.

Li gor zanyariyan cenazeya keça navborî roja Sêşemê 21ê Adara 2023an li taxa Çetînkaya ya navçeya Serê Kanî ya Rihayê 6 kîlometreyan dûrî cihê ku ber avê ketibû, di Çemê Circipê de hat dîtin ku ew çem di wê navçeyê re derbas dibe.

Roja Çarşemê 16ê Sibata 2023an li beşek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê û li çend parêzgehên din piştî bareneke zêde lehî rabû di encamê de li Riha û Semsûrê herî kêm 20 kesan ji ber lehiyê canê xwe ji dest dabûn û li Rihayê karên lêgerîna li pey şofêrê barhilgirekî jî hîn berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst