Amed (Rûdaw) - Wek Her sal îsal jî, li Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê ya herî mezin li bajarê Amedê hate dadan, Tevî mêvan û geştyaran li Amedê bi sedhezaran xelk ji serê sibê heta êvarê herikîn Parka Newrozê , çi ji aliyê beşdaran û çi jî di gotarên siyasetmedaran de her rojev û mijara sereke, Efrîn bû.
Roja 21'ê Adarê bajarê Amedê xwe ji Newrozeke nû re amade kir. Xelk ji serê sibê ve bi cil û bergên Kurdî bera xwe dane Parka Newrozê, bariyerên hesin ji aliyê asayîşa Amedê ve li çarmedorê parkê hatine danîn û heta kajêr 10: 00 hêzên asayîşa Amedê kesek bernedan nav qadê.
Ji taxên Bağlar, Bağcilar, Yenîşehîr, Sûr û Kayapinarê bi sedhazaran xelk, bi kelecaneke mezin qesta pîrozbahiyên Newrozê kirin.
Osman Xunav yek ji kesên ku di Newroza îsal a Amedê de amade bûye, dibêje: "Di heyamekê de ku ewqas êrîş têne ser Kurdan, hêviya min ji vê Newroza îsal gelek zêde ye, hêviya min ew e ku Kurd bi ser xwe ve werin."
Yek ji sembolên Newrozên Bakur deholvan û zirnevan in ku ew her sal bi melodiyên kurdewar coşeke mezin didine girseyê; lê ew îsal bêyî ku tu hinceteke were nîşandan ji aliyê polîsên Amedê ve ji qadê hatine derxisin.
Daholvan Çetîn Bayram ku bi dahola xwe şahiya Newroza Amedê xmilandiye, derbarê beşdarbûna xwe di ahenga Newroza Amedê de got: "Her sal em dihatin Newroza Amedê û xelkê gelek eleqeyeke mezin dida nîşanê me, polîsan îsal me hilnedan hundirê qadê û ji me re sedema wê jî negotin, em ji bajarê Dîlokê hatin lê destvala vedigerin."
Ahenga Newroza Amedê ji aliyê 500 rojnamevanên herêmî û biyanî ve hate şopandin, di kajêr 11 an de Agirê Newrozê hate vêxistin û mizginiya buharê li Amedê belav bû, daxwaz aşitî û rojev Efrîn bû.
Hevwelatîyên bi navê Salîhe Akgun û Sebriye Erdem daxwaza aştiyê û rawestandina şer dikin. Salîhe Akgun dibêje: " Bes, bes bes, bila aşîtî were êdî bes e."Herwiha Sebriye Erdem jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: "Em şer naxwazin Newroz daxwaza aşîtiyê ye"
Mihemed Serhatli jî daxwaz yekbûna kurdan dike û dibêje: "Îro hemû cîhan li me Kurdan hatine xezebê, heta kengê emê bi tenê bin divê em bibine yek."
Hevwelatî, Îsmaîl Eryilmaz dibêje: "Heta ku em nebin yek, emê ji bin vê zilmê rizgar nebin."
Bi gotina Henîfe Eren, "Efrîn hatiye îşgalkirin ne ku me wê derê daye wana, mirişkan didizin û hêka didizin ew talanbir in."
Hunermend Xêro Ebbas jî îsal vexwendiyê Newroza Amedê bû û wî jî li hember qelebalixiya bi sedhezaran hestên xwe ji Rûdawê re anî ziman.
Hunermendê navdarê Kurd, Xêro Ebas jî ku di Newroza îsal a Amedê jî beşdar bû, dibêje: "Ev cara 3 yan e ku ez têm bajarê Amedê, Kurd qehreman in û di her şert û mercê de dîsa Newrozaq xwe pîroz dikin, hun dibînin ku bi sedhezaran xelk îro li vê derê civiyan e, ev hestê min pir bilind dike û ez jî bi qasî wana re îro bi kelecan im."
Helîm Omerî, Komên Herêmî û Koma Bandîsta li ser dikê kêliyên bi kêf afirandin; her wisa Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Pervîn Bûldan gotareke dirêj pêşkêşê girseyê kir û Bûldan amaje bi wê yekê kir ku Efrîn wê her tim yê xwediyê xwe be û wê tu kesek nekaribe Kurdan ji nav bibe.
Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan jî yek ji kesatî û siyasetvanên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bû ku tevlî Newroza Amedê bûbû û gotarek pêşkêş kir. Buldan got: "Newroz roja serhildana Kawayê Hesinkar e li dijî Dehakê zalim û Newroz sembola serhildanê ye."
Piştî axaftina Bûldan, di qada Newrozê de coş zêde bû, beşek ji girseyê bariyerên hesin derbas kirin û ber bi platformê ve hatin.
Pîrozbahiyên Newroza Amedê bi Gotara Hevşaredarê berê yê bajarê Mêrdînê Ehmed Turk bi dawî hat, ji bilî binçavkirina du rojnamevanan girse bê xirecir belav bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse