Galeriya wêneyan

23-02-2021
13 Photos
Bilind T. Abdullah

Li navçeya Akre yê Duhokê ku bi nêrgîzên xwe jî navdar e, bi gerbûna hewayê re nêrgîzên îsal kulîlk vedan.

Nêrgîzên Akrê bi bêhn û mezinbûna xwe ji nêrgîzên din cudatir in û li wê navçeya Başûrê Kurdistanê du cureyên rengîn û bêhnxweş ên nêrgîzê hene.

Niha jî li bazarên navçeyê têne firotin û ji destpêka sale heta Newrozê salane derdora 2 milyon nêrgîz li Akrê têne weberhênan.

Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw