Kurdistan belgeyên windayiyan dide Tiba Dadî ya Iraqê

22-02-2019
RÛDAW
Belge û zanyariyên welatiyên ku piştî êrişa DAIŞê winda bûne, bo Bexdayê tên şandin
Belge û zanyariyên welatiyên ku piştî êrişa DAIŞê winda bûne, bo Bexdayê tên şandin
Nîşan Kurdistan Belge Welatî Winda Iraq
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li hev kirine ku belge û zanyariyên wan welatiyên ku piştî êrişa DAIŞê winda bûne bidin hev, daku li Tiba Dadî ya Iraqê çarenivîsa beşek ji wan were diyarkirin.

 

Desteya Lêkolîn û Berhevkirina Belgeyan di çarçoveya rêkeftinê de hezar û 561 nimûneyên xwîn û 2 hezar û 604 belgeyên windabûyiyan radestî Tiba Dadî ya Bexdayê kirine.

 

Li gor amaran, tenê li Şingal û derdora wê, zêdetirî 3 hezar welatiyên Kurdên Êzdî heta niha winda ne û nêzîkî hezar kes jî di gorên komî de hatine veşartin, ku nasnameyên beşek ji wan ne diyar in.

 

Di sala 2014an de zêdetirî 6 hezar û 300 Kurdên Êzdî ketine destê DAIŞê, heta niha zêdetirî 3 hezar û 300 kes hatine rizgarkirin û 68 gorên komî hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst