'Pêşmerge Zehra' li Bakurê Kudistanê wefat kir

22-02-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Nîşan Pêşmerge Zehra Zehra Yigit Qoser Mêrdîn Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Pêşmerge Zehra Yîgît ku ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bû, di temenê 77 saliyê de koça dawî kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Mehdî Mutlu ragihand, Zehra xan yekem jin bû ku di sala 1968 an de bû endama PDKê û bi wê temenê xwe tevî ku dibistan nexwendibû ji hemû hêmanên siyasetê fêhm dikir û helbestên Cegerxwîn, Tîrêj û Melayê Cizîrî ji ber dizanî.

 

Mehdî Mutlu got, ew li herêmê wek dayika siyaseta Kurd û herwiha Pêşmerge Zehra dihata naskirin

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Zehra xanê di hemû rêxistinkirina partiyên Kurdistanî de cih girtibû, hevjînê wê Hecî Eliyê Cazê jî yek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê bûye.

 

Zehra xanê ji bo têgihîştandina nivşeke Kurdperwer hewl dida , di salên bihorî de gelek pêşmergeyên birîndar bi destê wê hatibûne dermankirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê da xuyakirin, dema ku Hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya Kobanî di rêya Bakurê Kurdistanê û Mêrdîn re derbas bûn, Zehra xanê tevî temenê xwe yê zêde, bi ala rengîn a Kurdistanê li ser cadeyên Mêrdînê çû pêşwaziya wan.

 

Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, hemû siyasetmedarên navdar ên Bakur û Başurê Kurdistanê li mala wê nan xwarine. Zehra Yîgît ji ber nexweşiya Zaturriyeyê îro 22ê Sibatê li nexweşxaneya Qosera Mêrdînê koça dawî kir.

 

Termê wê li gundê Welikê yê ser bi Qoserê ve bi axê hate spartin û şîna wê jî her li Qoserê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst