Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Şebek piştî derxistina DAIŞê ji deverên wan, vedigerin gundên xwe.
Li gor agahiyên Rûdawê, di nava 3 rojên dawî de 140 malbatên Kurdên Şebek, vegeriyane gundên xwe.
Ew Malbat pêştir li cih û warên xwe aware bibûn û li deverên di bin kontrola Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de bicih bibûn. Malbatên Kurdên Şebek derbarê sedema vegera bo gundên xwe de dibêjin, ew li bin desthilata Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de tûşî zext û tevliheviyê dihatin, ji ber wê jî vegerine gund û warê xwe, tevî ku cihê wan ne ewle ye jî.
Malbatên ku vegeriyan gundên xwe gelek hestiyar bûn, hinek digriyan û hinekan jî axa gundê xwe û xaniyên xwe maçî dikirin.
Welatiyê Kurdê Şebek ê bi navê Yûnis Şûnşî dibêje: “Cihê ku em berê li wir bûn, ji aliyê Herêma Kurdistanê û hin saziyan ve alîkarî dihatin, lê piştî ku Heşda Şeibî li wir bi cih bû, hatina alîkariyan hate astengkirin. Lewma em jî vegeriyan gund û axa xwe.”
Welatiyê bi navê Şehab Ehmed jî dibêje: “Ez nizanim çawa hestên xwe bînim ziman. Ez sê car hatim dinyayê. Cara yekem ji dayîkbûna min, cara duyem dûrketina DAIŞê ji van deran, cara sêyem jî vegera min a bo xaniyê xwe.”
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Usame Mihemed jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, li deverên navborî ava vexwarinê heye, lê hêj elektirîk û xizmetguzariyên din nehatine dabînkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse