Li Westanê 2 sal in hestî li holê mane

22-02-2014
RÛDAW
A+ A-

Wan (Rûdaw)- Li gundê Îlîha navçeya Westana Wanê 2 sal berê di dema çêkirina dibistanê de hestî hatin dîtin. Tê pêşbînîkirin ku hestî yên Ermeniyan e û ji ber xemsariya rayedaran 2 sal in hestî li holê hatine hiştin.

Li gor nûçeya DÎHAyê, berî 2 salan li gundê Îlîha di dema çêkirina dibistana gund de hestiyên mirovan hatin dîtin, lê ev 2 sal in hestî li holê mane û nehatine veşartin.

Piştî ku berf heliya hestî careke din derketin holê. Xwendevanên ku diçin dibistanê di dema navbera dersan de rastî hestiyan tên. Tê gotin ku gelek xwendevan ji ber ku ji hestiyan ditirsin, naxwazin biçin dibistanê.

Niştecihên gund diyar kirin ku ev demeke dirêj e hestî li holê hatine hiştin û ev yek şerma mirovahiyê ye.

Hem welatiyan diyar kirin ku piştî bûyer di çapemeniyê de cih girt, kesekî ku welatiyên gund nas nakin, hatiye cihê bûyerê çend hestî û tasa seriyan biriye. Gundiyan bang li rayedaran kirin ku bila hestî bên binaxkirin.

Qaymeqamê Westanê Nedîm Akmeşe diyar kir ku derbarê mijarê de serlêdan çênebûye û dê di demeke herî kurt de bi mijarê re eleqedar bibin.

hesti

hesti1

hesti2

hesti3

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst