Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê kolberek kuşt

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kolber Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê li Hewramana Başûrê Kurdistanê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Kolbernewsê, navê kolberê ku hatiye kuştin Hoşyar Mehmûdî ye û li herêma Telîwerê ya Şûşmeyê gule hatine reşandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê ragihand ku her du kolber jî ji Paweyê ne.

Ev teqekirin di demekê de ye ku Înê Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê li Hewramanê zêdetirî 20 kolberên ji Pawe, Ciwanro û Riwanserê desteser kirin.

Li gorî gotina wan kolberan, Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê heqaret li wan kirine, li wan dane û porê wan kur kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst