Serokwezîr Barzanî: Pîlana li dijî Kurdistanê ji wê yekê mezintir e ku hest pê tê kirin

21-12-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlrê (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got beşeke xelkê Kurdistanê daxwaza mafê xwe yê rewa dike li hinek hene avahiyên gelemperî dişewitînin, eger destek li pişt van nîne çima avahiyan bişewitînin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê pêk anî û tê de got li hemû welatan xwpêşandan mafê her kesî ye lê eger alozî çêbibin û avahî bêne şewitandin erka hikûmetê ye bergiriya xwe bike.


Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya bo Almanyayê de got: “ Em sipasiya Almanyaê dikin ku di şerê DAIŞê de alîkariya leşkerî û mirovî da Herêma Kurdistanê. Gava em li Almanyayê bûn, me teqezî li ser çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê kir. Tişta me dîtî Almanya û Fransa dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hev re tevbigerin.”


Barzanê diyar kir ku şanda Herêma Kurdistanê ji rayedarên Almanyayê daxwazên Herêma Kurdistanê bo çareser kirinapirsgirêkên li gel Bexdayê re anî ziman û ji wan re ragihandine: “Em pabendê destura bingehîn a Iraqê û biryara dadgeha fedaralî ne.”

 

Xwepêşandanên li Silêmanî û derdora wê


Barzanî sersaxî ji malbatên di xwepêşandanan de canê xwe ji desta  xwest  û derbarê xwepêşandanên li Silêmanî û navçeyên derdora wê de got: “Xwepêşandan li her welateke mafê hemû kesan e. Lê pêkanîna aloziyan û şewitandina avahiyên gelemperî  û binkeyên partiyan nakeve çarçoveya daxwazên mafên rewa. Wê demê erka hikûmetê ye bergiriya xwe bike.’’

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku destke li pişt xwepêşandanan desteke têkdide heye û dixwaze xwepêşandanan ber bi aliyeke din ve bibe û wiha domand: “Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî têkdanan e û dê rê nade asayişa Kurdistanê bê têkda.’’

 

Serokwezîr Barzanî bal kişand li ser yekrêziya navxwe û got îro Herêma Kurdistanê di bin gefên cidî de ye û lewma divê hemû aliyên siyasî û gelê Kurdistanê ji bo derbaskirina vê rewşa metirsidar hevkar bin eger yekrêz nebin û alîkare hev nebin kes nabe alîkar û lîstokên mezintir hene li ser Kurdistanê.

 

Di beşeke din axaftina xwe de Barzanî got: “Daxwaza xelkê ya ji bo aboriya xwe heq e lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê dahatûyên Kurdistanê nîv nîv kêm bû. Ji bo çareserkirina vê yekê li pêş me rêyên çareserkirinê hene.”


Dema hilbijartinan


Derbarê naveroka civînên li Parlamentoyê de jî Barzanî anî ziman: “Me biryar da em ji bo reforman komîsyoneke hevbeş ava bikin. Me çend projeyên çaksaziyê amade kirine û em ligel parlamentoyê gotûbêjan li ser dikin.

 

Min got divê dema hilbijartinan bê diyarkirin û ji 3 mehan derengtir nekeve. Hinek alî dixwazin hilbijartin bêne paşxistin û îtirazê li ser lîsteya dengderan dikin.”

 

(A.B)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst