Destwerdan li DBP û HDPê hat kirin: 18 girtî

21-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê polîsên Tirkiyê destwerdan li girseya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin û 18 kes girtin.

Li Wanê ji bo protestokirina şer û pevçûn û qedexeya derketina derve ya li bajarên Bakurê Kurdistanê, bi serkêşiya DBP û HDPê zêdetitî 500 kesî li Parka Feqiyê Teyran kom bûn.

Polîsan bi cop û bombeyên gazê êrişî girseyê kir û herwiha 18 kes ji girtin.

Polîsan destûr neda meşê

Ji aliyê din ve li Amedê girseyek ji alîgir û endamên HDPê pîk hatibû li taxa Ofîsê kom bû hewl da ji bo protestokirin qedexeya li navçeya Sûrê meşeke li dar bixe.

Polîsan bi hêceta ew xwepêşandan ji derveyê yasaya ne, destûr neda meşê.

Girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û piştre bi awayekî bêdengî belav bû.

Qedexeyên çûnûhatine didomin

Qedexeyên derketina derve yên li bajarên Bakurê Kurdistanê didomin.

Ji bo protestokirina qedexeyên derketina derve yên li navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnex û çend navçeyên Mêrdînê û Amedê esnafên Wan û Colemêrgê deriyê dikan û kargehên xwe nevekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst