Li Qamişlo ji bo zarokan çalakiyên hunerî tê lidarxistin

21-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Tevî astengî û pirsgirêkan zarokên li Qamişlo li hev kom dibin û bi hev re stran û çîrokên Kurdî dibêjin.

 

Li holekê li nav bajarê Qamişlo hejmarke ji zarokên 6 salî heya 12 salî li hev civiyan û di çalakiyê de ji bilî lîstikan zarokan bi hev re stran û çîrokên Kurdî gotin û hezkirina xwe ji hunera nîgarkêşiyê re jî nîşan dan.

 

Çalakiya taybet a bo dilxweşkirina hejmarekê ji zarokên Qamişlo, ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê ve hat lidarxistin.

 

Berpisa Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Qamişlo Evîn Haco da xuyakirin ku zarok di rewşeke dijwar de derbas dibin, armanca wan jî, ji vê çalakiyê, ew bû ku zarok dûrî tûndiyê bikevin.

 

Çalakiya van zaokan dilê malbatên wan jî xweş dike, dayikeke Kurd li bajarê Qamişlo bi navê Sumeya Husên jî dibêje rewşa nav xwendingehan jî nema wek berê,  zerereke mezin ji vê rewşê gihiştiye zarokan.

 

Niha rewş li Qamişlo hatiye guhertin, gelek sazî û rêxistinên taybet bi alîkariya zarokan dest bi karê xwe kirine, lê heya niha jî gelek astengî derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst