Galeriya wêneyan

21-09-2022
20 Photos

Jiyana Ahmet Onder ê xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê, ku weke “Ehmedê Bêwelat” jî tê naskirin, bû fîlm. Ahmet Onder 28 sal berê ji ber ku ji leşkeriya Tirkiyê firar kiribû, mafê hemwelatîbûna wî jê hate standin.

Ahmet Onder ê 56 salî ku sala 1994an, ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve, bi hinceta ku dev ji leşkeriyê berdaye hemwelatîbûna wî ya Komara Tirkiyê jê hate standin û paşê Îdareya Koçe ya Tirkiyê belgeya "Bêwelatiyê" daye wî. Ahmet Onder bi vê belgeyê nikare bi qasî penaberekî jî bibe xwedî maf.

Li ser jiyana Ahmet Onder, dehêner Fuat Bulut bi belgefîlmek bi navê “Qet – Hiç” çêkir. Li Amedê ji bo belgefîlma 15 deqîqeyî galaya taybet hat sazkirin.

Derhêner Fuat Bulut diyar kir ku ew fîlmê weke projeyek berpirsyariya civakî dibîne û got, “Di fîlma me de çîrokeke dilêş a bavekî ku li Amedê ji dayik bûye, li Amedê mezin bûye, li Amedê zewicî ye û li vî welatî kurên wî çêbûne, heye.”

Bulut got, "Daxwaza me ew e ku em bi vî fîlmî hevkariyê li têkoşîna Ahmet Onder a 28 salan e bikin, dengê bigihêjin aliyên peywendîdar.”

Ahmet Onder anî ziman ku ew di sala 1986an de dema çûbû leşkeriyê piştî 6 rojan hevjîna wî ya ducanî bêyî kes mabû, lewma wî jî ji leşkeriyê firar kiribû.

Onder da zanîn ku piştî vê yekê nasnameya wî ji wî hatiye standin û wiha got: “Ez nikarim bikevim ser karekê û nikarim ji ti mafeke sûdê werbigirim. Ez nikarim herim kurê xwe yê di girtîgehê de jî bibînim. Hebûn û nebûna min ne diyar e. Ji bo Xwedê bila çareyek ji pirsgirêka min re were dîtin. Ez nasnameyê dixwazim, azadiya xwe dixwazim.”

Fîlmê ku di Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Amedê bûye fînalîst dê dê li  12mîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê jî bê nîşandan.