Hewlêr (Rûdaw) - Dîcle Anter kurê Musa Anter di derbarê qetilkirina bavê xwe de got “Biryara qetilkirina Mûsa Anter ji jorê hatiye plankirin. Dewlet bixwaze dikare di nav demjimêrekî de dozê zelal bike, lê nahêlin.” Herwiha Anter destnîşan kir ku ew naxwazin dem di ser doza Mûsa Anter de derbas bibe.
Di ser qetilkirina Apê Mûsa ango Musa Anter re 29 sal derbas bû lê hêj doza kuştina wî bi encam nebûye û kujer nehatine cezakirin. Ji ber ku heta salekî di ser vê qetilkirinê re 30 sal derbas dibe, eger dadgeh heta vê demê kujeran ceza neke dê doza Musa Anter bi awayeke otomatîkî bikeve. Kujer dê bê ceza bimînin.
Dîcle Anter di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got “Di ser qetilkirina bavê min de 29 sal derbas bû. hertişt bi zelalî li rastê ye lê dewlet naxwaze kujeran derxe. Berê digotin dewleta kûr, niha ew jî tine, dewlet heye. Polîtîkaya dewêtê ev e. Qetilkirina bavê min bi plan bû. Di vê planê de gele kes biryara kuştina Musa Anter dane.”
Anter bibîr xist ku berê serokê berê yê Daîreya Dijterorê yê MITê Mehmet Eymur jî wek şahid atiye guhdarkirin û got “Dadgehê wek şahid li Mehmet Eymûr guhdar kir. Li gorî gotinên wî, ev biryar ji jorê hatiye wergirtin. Sererkaniya Giştî û MIT vê biryarê wergirtine. Dibêje `Ez karmendê îstîxbaratê me, nikarim her tiştî bibêjim. Hûn dikarin agahiyan ku hûn dixwazin ji Serfermandariya Giştî û MITê bistînin.`”
Anter got jî “Dîsa yek ji şahidên bûyerê Abdulkadîr Aygan heye, niha li Swêdê dijî. Em dixwazin îfadeyên wî bên wergirtin, lê heta niha îfadeyên wê nehatine wergirtin. Ew jî rewşeke balkêş e. Ji ber ku kesê ku niha şahidiyê bike ew tenê ye. Berê jî cînayet çewa hatibû kirin, bi berfirehî ragihandibû. Ango eger bixwazin doz di nav demjimêrekî de bê zelalkirin lê nahêlin.”
Herwiha Anter bibîr xist ku tenê salek maye ku dem di ser dozê de derbas bibe û wiha berdewam kir “Beriya ku dem diser dozê de derbas bibe, em dixwazin her tişt derkeve rastê. Lê em naxwazin doza Mûsa Anter bê girtin.”
Musa Anter kî ye?
Musa Anter sala 1920an li gundê Sitîlîlê ser bi navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1944an de ligel Ayşe Hale Zapsu ya keça rewşenbîrê Kurd Evdirehîm Rehmîyê Hekarî (Zapsu) zewicî. Rehmiyê Hekarî jî zavayê malbata Bedirxanîyan bû. Sê zarokên Musa û Hale Anter bi navê Anter, Rahşan û Dîcle çê bûn.
Musa Anter sala 1943an di avakirina Dicle Talebe Yurdu de cih girt û di navbera salên 1960 - 70an de li ser rewşa Kurdan rojnameyên weke Dicle'nin Kaynagi, İleri Yurt derxsitin. Herwiha yek ji damezrênerên Navenda Çandê ya Mezopotamya û Enstîtuya Kurd a Stenbolê bû.
Ji ber nivîsa xwe ya bi navê Qimil hat dadgehkirin, di her sê derbeyên leşkerî yên li Tikriye pêk hatin de, ji ber nivîs û daxuyaniyên xwe hat girtin. Di 20ê Îlona 1992an de li Amedê ji aliyê hêzên tarî JÎTEMê ve hat kuştin. Pirtûka wî ya bi navê “Bîranînên min” ji aliyê nivîskarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Izzedîn ve bo Soranî hat wergerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse