MÊRDÎN- Şahid: Barhilgira sêyemîn jî hebû, polîsan gule li tekeran reşand û rawestand

21-08-2022
RÛDAW
MÊRDÎN- Şahid: Barhilgira sêyemîn jî hebû, polîsan gule li tekeran reşand û rawestand
MÊRDÎN- Şahid: Barhilgira sêyemîn jî hebû, polîsan gule li tekeran reşand û rawestand
Nîşan Mêrdîn Dêrik Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya barhilgiran a li Dêrik a Mêrdînê de şahidên bûyerê diyar kirin ku li dû barhilgirên ku qeza kirin, barhilgireke sêyemîn jî dihat ku frênên wê teqiyabûn û polîsan ji bo ku barhilgir rawestînin gule li tekeran reşandin û bi wî awayî ew rawestandin.

Di qezaya barhilgirê kargeheke Cengîz Holding a li navçeya Dêrik a Mêrdînê pêk hat de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan bûne 20 û birîndar jî 26 kes in ku 7 ji wan birînên wan giran in.

Kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan îro Yekşemê li Goristana Dêrikê hatin veşartin.

Şahidên qezayê ji nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivîn û destnîşan kirin ku piştî barhilgira duyemîn, frenên barhilgireke din jî teqiyan û polîsan gule li tekerên wê reşandin û ew rawestandin yan na dê qeza mezintir bibûya.

"Polîsan gule li tekerên reşand û rawestand"

Yek ji şahidên qezayê ji Rûdawê re got, “Barhilgira sêyem jî polîsan li jorê tekerên wê teqandiye û qulibandiye. Frêna wê jî teqiyaye li jor sekinandine. Ne yek, 3 barhilgir hene. Bere tekeran dane û qulibandine. Tedbîr girtine, heger na dê karesateke pir mezintir çêkira. Çima danê nîvro dixebitin, çima ne êvarê. Ji rûyê wan meriv nikare bimêşe. Divê wekî tedbîr rêya dor bajêr re were çêkirin. 24-25 kesan rehmet kir, niha em dê biçin kîjan cenazeyê, hemû yê Dêrikê ne.”

"Gumaneke mezin heye, divê dewlet li pey vê bûyerê bikeve"

Şahidekî din jî diyar kir ku ew piştî qezaya yekem çûye cihê bûyerê û got, “Ez li wir bûm, min xwe avêt erdê ez jê xilas bûm. Em li ser cenazeyê Înan Benk bûn, birayê zavayê me bû. Piştî qezaya yekem em çûn alîkariyê. Bi carekê de dengê teqîna tekeran hat. Milet her kes bi cihekî de reviya. Dayik û birayê wî li ser cenaze bûn, me ew bi zorê rakirin. Yan na dê ew jî di binî de bipelçiqayana.

Hîn em li wir bûn, gotin ê sisiyan frênê wê teqiyane. Frênek teqiya be, normal e, du be normal e û paşê ê sêyemîn. Qeydên kamerayan hene, her yekî 3 ton lê barkirine, ketin qantarê û bi hev re derketine rê. Çima 15 deqe dikeve navbera wan û her 3 pey hev tên. Pirsa yekem ev e; 3 barhilgir, her 3yan jî frenên wan teqiyane, di navbera wan de 15 deqîqe hene.

Di bin vê de gumaneke mezin heye. 24-25 şehîdên Dêrikê hene. Ev kes nemirin, şehîd bûn. Hemû jî xwişk û birayên me ne. Em mirî ne.”

Wî şahidî bal kişand ser xwediyê barhilgirsan û anî ziman, “Berpirsiyar û kujerê vê bûyerê Cengîz Holding e. Di reqemên fermî de derdora 82 însanên me, di salekê de li Dêrikê û derdora wê bi penceşêra kolon û rovî ketine.

Li Eti Bakirê jehrê bi kar tînin, siyanûrê, kanên qirêj bikar tînin. Êvaran jehra Eti Bakirê bi bayê kur jehra wê tê ser me. Dêrik 4 demsalan di bin dûman û hilma (buxara) Etî Bakir de dimîne, difetise. Em dixwazin Eti Bakir ji vir derkeve. Divê dewlet pey vê bûyerê bernede.”

"Ev ne qeza ye, komplo ye"

Şahideke din ku ji Rûdawê re li ser bûyerê axivî, got, “Piştî qezaya yekem, her kes ji bo merivên xwe dihatin wê derê. Em hatin hîn cenazeyên wan ji erdê kom dikin ya duyan hat. Xwe da nav milet, te neda nav milet, xwe bida aliyê ber bi xaniyan ve, te çima bi taybetî da nav civakê? Ev ne qeza ye, navê vê ne qeza ye, ev sûîkast û komplo ye. Çi ji binî derdikeve, kes nizane.

Niha milet kom bûye ez li ber wan jî dikevim, hew te dît, bombeyek avêtin nav wan û bêjin teror e.

Di qezayê de cîranê me yê ber deriyê me hebû. Em hemû yê hev in. Dêrik hemû yê hev e. Li Dêrikê her kes hev nas dike, kesekî xerîb tune ye. Bila dinya bizane ku ev ne qeza bû, komplo bû bi serê Dêrikiyan de anîn. Çima her du barhilgir jî yê gubre bûn û li heman ciîe qeza kirin. Aqil heye, mantiq heye. Ev komplo ye, sûîkast e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst