Barzanî: 2 hezar pêşmerge ketin tevgerê

21-08-2016
Sîpan Xelîl
Nîşan Sîrwan Barzanî Pêşmerge Guwêr-Mexmûr Xazir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber berfirehbûna sînorê Mêhwera Guwêr-Mexmûr û nêzîkbûna ji Mêhwera Xazir cihê 2 hezar pêşmergeyan hat guhertin.

 

Serpireştê Mêhwera Guwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di encama operasyona wê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge û ji ber pêşveçûnên pêşmerge li deverên ku 12 gund li sînorê Xazir û Guwêrê ji destê DAIŞê derxistin û kontrol kirin, sînorê mêhwera me berfirehtir bûye, bi awayekê ku em niha derbasî aliyê din ê çem bûne û pêşmerge li rojavayê Çemê Zê bicih bûne.”

 

Sîrwan Barzanî got: “Em berê tenê li aliyê rojhilayê Çemê Zê yê Mezin bûn, lê belê di encama pêşketinên wî dawiyê yên Hêzên Pêşmerge, niha em derbasî aliyê rojavayê Zê yê Mezin bûne. Bi vî awayî sînorekî hevbeş di navbera me û Mêhwera Xazir a Hêza Pêşmerge de çêbû.”

 

Barzanî da xuyakirin: “10 km di bin kontrola me de dibe û 10 km ji vî sînorî jî di destê Mêhwera Xazir de ye.”

 

Serpireştê Mêhwera Guwêr-Mexmûr herwiha tekez kir: “Ji ber ku niha sînorê me berfirehtir bûye, lewma me guhertin bi Hêzên Pêşmerge yên li vî sînorî kir, ku 2 hezar pêşmerge dibin.”

 

Roja 14ê Tebax a 2016 Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî operasyonek li dijî rêxistina DAIŞê li sînorê her du mêhwerên Xazir û Guwêr-Memxûrê pêk anî.

 

Di encama wê operasyonê de ku heta roja duşemî 15ê Tebaxê dom kir, Hêzên Pêşmerge 12 gund û 150 km ax ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û kontrol kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst