Li Mêrdînê bihayê nan %25 hat zêdekirin

21-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nan bi giştî %25 hat zêdekirin û nanê 200 gramî ku 4 lîre bû derket 5 lîre û nanê 400 gramî jî ku bi 8 lîreyan bû derket 10 lîreyên Tirkî.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber bilindbûna enflasyonê û zêdekirina bihayê sotemeniyê firin jî bihayê nan zêde dikin.

Di nav hefteyekê de li parêzgehên Amed, Wan û çend parêzgehên Tirkiyê jî bihayê nan bi rêjeya %50 hatibû zêdekirin. Duh 20ê Temûza 2023an Serokê Federasyona Berhemdêrên Nan a Tirkiyê Murat Kavuncu diyar kiribû, ku piştî yasaya li Parlamentoya Tirkiyê hatiye qebûlkirin nirxê hejmarek berheman zêde bûye û ew neçar mane li seranserê Tirkiyê bihayê nan bikin 12 lîreyên Tirkî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst